Îran û Erebistan amade ne ku li ser asta siyasî bicivin

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan ragihand, 5 gerên danûstandinê di navbera Îran û Erebistana Siûdî li ser asta ewlehiyê birêve çûye..

22 Tîrmeh 2022 - 08:53
22 Tîrmeh 2022 - 08:53
 0
Îran û Erebistan amade ne ku li ser asta siyasî bicivin

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan ragihand, 5 gerên danûstandinê di navbera Îran û Erebistana Siûdî li ser asta ewlehiyê birêve çûne.

Husên Emîr Ebdullahyan ragihand: “Rayedarên Iraqê ji me re ragihand, Erebistana Siûdî amade ye li ser asta syasî û bi awayekî eşkere ligel rayedarên Îranê bicive.”

Ebdullahyan eşkere kir: “Îran jî bi heman şêwe amade ye ligel Erebistanê li ser asta siyasî bicive.”

Di sala 2016an de xwepêşanderên Îranê li hember darvekirina kesayetê mezheba Şîe Ebû Nemr, avêtin ser Balyozxaneya Erebistanê ya li Îranê, ev yek bû sedema nîgeraniya Erebistanê û pêwendiyên xwe yên siyasî û dîplomasiyê qut kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1219 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:50:06