Îraq: 2 keştiyên me yên petrolê di Tengava Hurmizê re derbas bûn

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku di vê mehê de du keştiyên petrolê yên Îraqê di Tengava Hurmizê re derbas bûne.

12 Gulan 2026 - 10:46
12 Gulan 2026 - 10:46
 0
Îraq: 2 keştiyên me yên petrolê di Tengava Hurmizê re derbas bûn

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyr ji ajansa Rûdawê re axivî.

Basim Mihemed Xuzeyr diyar kir, niha hinartina petrolê tenê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê tê kirin ku rêjeya wê nêzîkî 200 hezar bermîlan e.

Wî her wiha destnîşan kir ku "rêjeyeke kêm" jî di Tengava Hurmizê re tê hinartin û got:

"Di vê mehê de du keştiyên ku petrola Îraqê hilgirtibûn di Tengava Hurmizê re derbas bûn.

Keştiya dawî roja yekşemê milyonek bermîl petrol li Besreyê bar kir."

"Xwediyên keştiyan nikarin rîskê wergirin"

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand, "Eger Tengava Hurmizê vebe, di nava hefteyekê de em dikarin careke din bigihin şiyana hinartina 3 milyon bermîlan.

Pirsgirêk ew e ku xwediyên keştiyan niha nikarin rîskê wergirin û bi keştiyên xwe petrolê di tengavê re bar bikin."

Nûjenkirina Boriya Kerkûk-Ceyhanê

Wî derbarê xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ku wekî boriya niştimanî tê naskirin, got:

"Em hîn jî mijûlî çakkirina boriyê ne ji ber ku gelek pirsgirêkên wê hene.

Dibe ku di nava mehekê de xebatên wê biqedin."

Tirkiye guhertinan di rêkeftinê de dixwaze

Hikûmeta Tirkiyeyê 27ê Tîrmeha 2025an ragihandibû ku peymana boriya veguhastina petrola xav a di navbera Tirkiye û Îraqê de sala 2026an bi dawî dibe.

Ew peyman ji sala 1973yan ve di pratîkê de ye.

Ew peymana cara yekem 27ê Tebaxa 1973yan di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin û dê 27ê Tîrmeha îsal bi dawî bibe.

Basim Mihemed li ser vê mijarê jî ev agahî dan:

"Tirkiye daxwaz dike ku hevkariyên dualî yên di warê petrol û pîşesaziyê de zêdetir bibin.

Her wiha daxwaz dike ku di xalên peymana berê de guhertin bên kirin, bi taybetî jî di mijara kirêya boriyan de."

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:58:14