Iraq dixwaze Kerkûkê bike 4 parçeyan!

Di wê pilanê de nifûsa ereb û turkmenan bi qasî ya kurdan hatiye hesibandin!

15 Sibat 2017 - 05:59
15 Sibat 2017 - 05:59
 0
Iraq dixwaze Kerkûkê bike 4 parçeyan!

Parlamenterekî Iraqê dibêje, bila Kerkûk di hilbijartinan de bibe çar parçeyan û bi ser gelên wî bajarî de were parvekirin.

Parlamenterê şîe û endamê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî, Casim Mihemed Ceifer ragihandiye ku ew dixwazin di hilbijartinan de Kerkûkê bikin 4 parçeyan.

Wî parlamenterê ereb her wiha gotiye, ereb û turkmen û mesîhiyên Kerkûkê bi wê yekê razî bûne tenê kurd li dijî wê ye.

Li gorî wê pilanê, para ereban 32%, para turkmenan 32% û para kurdan 32% e, ya mesîhiyan jî 4% e.

Ev pilan di demekî de eşkere dibe ku bajarê Kerkûkê bajarekî Kurdistanî ye û piraniya nifûsa bajêr jî kurd e lê di pilanê de kurd û ereb û turkmen bi qasî hev hatine nîşandan!

Ev nûçe bi tevahî 1569 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:50:12