Îraqê li ser şewatên li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî got, “Li ser şewatên li Îraq û Herêma Kurdistanê çend kes hatine desteserkirin ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye.”

1 Tîrmeh 2024 - 10:11
1 Tîrmeh 2024 - 10:11
 0
Îraqê li ser şewatên li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî li Baxdayê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî û li ser şewatên li bazarên Hewlêr, Dihok û Kerkûkê agahî dan.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî amaje bi wan şewatan da û got:

“Dawiya 2023yan û destpêka 2024an agir bi bazarên Kerkûk, Dihok û Hewlêrê ket.

Ev nîşane bûn ku hinek torên tirsnak li dûv van bûyeran hene.”

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê 3 tohmetbarên ku çavên wan girêdayî bûn anîn pêşiya kamerayan û Mîqdad Mîrî got, “Endamên komekê tirsnak in ku girêdayî PKKyê ye.”

Birêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî li heman konferansê axivî.

“Armanc xisargihandina nan û qûtê xelkê ye”

Hêmin Mîranî bal kişand ser armanca derxistina van şewatan û got:

“Armanca van agiran têkbirina aboriya xelkê û herwiya xisargihandina nan û qûtê xelkê ye.

Dixwazin bi vî awayî pêwendiyên xelkê û hikûmetê xera bikin û xelkê ji hikûmetê aciz bikin.

Li gorî encamên lêkolînan, PKK li pişt van bûyeran e.”

Hêmin Mîranî got, "Gumanbar ji aliyê PKKyê ve li Tirkiye, Sûriye, Qendîl, Kifrî û Sengeserê hatine perwerdekirin û armanca wan ew e ku aramiya Kurdistan û Îraqê têk bibin.

Planên wan ên gelekî metirsîdar hebûn ku gurzekî kujer li aboriya Kurdistanê bixin."

 

Ev nûçe bi tevahî 875 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:19:32