Îro aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicivin

Îro 10.08.2022yê civîna bilind a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê ve birêve diçe.

10 Tebax 2022 - 05:41
10 Tebax 2022 - 05:41
 0
Îro aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicivin

Îro 10.08.2022yê civîna bilind a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê ve birêve diçe. Ev duyem civîna bilind e ji bo gotûbêj kirina derbarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de.

Civîna îro bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û kesên yekem ên aliyan û bi beşdariya nûnera taybet a Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert birêve diçe.

Derbarê navaroka civînê de jî got, ji bo gotûbêj kirina derbarê biryara dawî li ser encamdan, an jî paşxistina helbijartina Parlamentoya Kurdistanê û rêkeftina aliyên siyasî ji bo pirsa nûjen kirina yasaya helbijartinan û çalak kirina Komîsyona Helbijartinan e.

Ev nûçe bi tevahî 735 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:05:51