Îsraîl: Bicihkirina leşkerên Tirkiyeyê ji bo me gef e

Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de li ser parastina rewşa ewlehiyê ya heyî peymanek heye lê Sûriyeyê bi rêdana bicihbûna leşkerên Tirkiyeyê ya li baregeheke asmanî ya li nêzîkî Helebê ev peyman xistiye bin metirsiyê.

19 Tebax 2026 - 10:49
19 Tebax 2026 - 10:49
 0
Îsraîl: Bicihkirina leşkerên Tirkiyeyê ji bo me gef e

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de got ku wan gelek caran hişyarî daye Sûriyeyê ku ev “bicihkirin ji bo ewlehiya Îsraîlê gef e” lê birêvebiriya Şamê guh nedaye van hişyariyan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Îsraîl gefên li ser ewlehiya xwe qebûl nake” û hat diyarkirin ku ew dê kêfxweş bibin ku rewşa ewlehiyê bibe wekî rewşa berê ya ku li ser hatibû lihevkirin.

Îsraîlê Balafirgeha Ebû Zuhurê bombebaran kir

Ev daxuyaniya Îsraîlê piştî êrişa asmanî ya artêşa Îsraîlê ya 18ê Tebaxê ya li ser Balafirgeha Ebû Zuhurê ya li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê hat.

Îsraîlê parast ku armanca êrişê rêlibergirtina bicihkirina hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ya li baregeha asmanî ye.

Herî kêm 8 êriş li ser balafirgehê hatin kirin û di encamê de xisar gihişt pîst û hinek tesîsan. Di êrişê de ti kes nemir.

Berteka Amerîkayê

Êrişa Îsraîlê ji bilî Tirkiye û Sûriyeyê ji aliyê Washingtonê ve jî rastî bertekan hat.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack bi rêya hesabê xwe yê Xê êriş bi rengê “bilindkirina aloziyê” pênase kir û got ku ev yek xizmetê ji aramiya herêmê re nake.

Barrack helwesta birêvebiriya nû ya Sûriyeyê jî parast û diyar kir ku hikûmeta Ehmed Şer nêzîkbûneke êrişkar nîşan nade û gelek caran kêmkirina aloziyê tercîh kiriye.

Nûnerê Amerîkayê bangî aliyan kir ku li şûna hêza leşkerî berê xwe bidin çareseriyên dîplomatîk.

Şandeyeke Tirkiyeyê çûbû balafirgehê

Li gorî çavkaniyên cihî yên li Sûriyeyê, êrişa Îsraîlê piştî demeke kurt a serdana şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê ya ji bo karên sererastkirinê pêk hatiye.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku 8 mûşek li pîsta balafirgehê ketine, ti kes nemiriye û tenê zerera madî çêbûye.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê êriş bi awayê “êrişeke neheq” pênase kir û bangî civaka navneteweyî kir ku Îsraîlê şermezar bike.

Li gorî nûçeya Reutersê, Tirkiyeyê jî êriş wekî binpêkirina serweriya Sûriyeyê şermezar kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 84 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:19:42