Li Rihayê qeza: 3 mirî û 2 birîndar

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev xist. Di vê qezayê de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

19 Tebax 2026 - 10:47
19 Tebax 2026 - 10:47
 0
Li Rihayê qeza: 3 mirî û 2 birîndar

Bûyer derengê şeva borî li ser rêya Riha û Bêrecûkê qewimî.

Otomobîla ku ajokarê wê Salîh Akgoz (49) bû û otomobîla ku ajokarê Mehmet Korkmaz (19) bû li hev xist.

Li ser agahdarkirina xelkê derdorê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên parastinê yên sivîl çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku rêwiyên bi navê Yasîn Korkmaz (18) û Huseyîn Korkmaz (19) li cihê bûyerê mirine.

Ajokar Mehmet Korkmaz û Salîh Akgoz û rêwiyê bi navê Mehmet Korkmaz (18), bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Lê Mehmet Korkmaz nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê mir.

Hat zanîn ku dermankirina her du birîndarên din a li nexweşxaneyê berdewam dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 36 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:27:55