Îsraîl: Me fermandarekî Hizbulahê kuşt

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li başûrê Libnanê di operasyoneke hewayî de fermandarekî Hizbulahê kuştiye.

21 Gulan 2024 - 12:31
21 Gulan 2024 - 12:31
 0
Îsraîl: Me fermandarekî Hizbulahê kuşt

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku navê wî fermandarî Qasim Efîf Seqlawî ye û ew berpirsê yekîneya mûşek û roketan bûye.

Li hêla din, hat destnîşankirin ku Qasim Efîf Seqlawî li nêzîkî bajarê Surê yê li başûrê Libnanê hatiye kuştin.

Hizbulahê mirina wî piştrast kir

Hizbulahê jî bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina Qasim Efîf Seqlawî piştrast kir lê ti hûrgilî nedan.

Ji 8ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve di êrişên Îsraîlê de 307 çekdarên Hizbulahê hatine kuştin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1074 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:46:57