Îsraîl û Hizbulahê li ser agirbestê li hev kir

Rayedarekî pilebilind ê Amerîkayê ragihand ku Îsraîl û Hizbulahê li ser agirbestê li hev kiriye û agirbestê doh saet 16:00an (bi dema herêmî) dest pê kiriye.

20 Hezîran 2026 - 10:22
20 Hezîran 2026 - 10:22
 0
Îsraîl û Hizbulahê li ser agirbestê li hev kir

Ew rayedarê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Reutersê re axivî.

Wî diyar kir ku peyman ji aliyê dan û standkarên Amerîka û Qeterê ve û "bi alîkariya Îranê" hatiye çêkirin.

Rayedarê Amerîkayî destnîşan kir, "Piştî êrişên her du aliyan ên îro, ew niha di agirbestê de ne."

Peymana Îslamabadê hatibû îmzekirin

Amerîka û Îran 15ê Hezîranê ji bo bidawîanîna şer gihîştibûn peymanekê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh (18ê Hezîranê) li Koşka Versayê ya Fransayê û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî li Tehranê peymana lihevkirinê îmze kir.

Hat ragihandin ku bi vê peymanê her du aliyan "bi awayekî bilez û mayînde dawî li operasyonên leşkerî yên li hemû eniyan (di nav de ya Libnanê jî) aniye."

Netanyahu: Em venakişin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh diyar kiribû ku ew dê ji wan herêmên ku li başûrê Libnanê kontol kirine venekişin û anî zimên, "Têkoşîn hîn bi dawî nebûye, hîn zehmetiyên nû li pêşiya me ne."

 

Ev nûçe bi tevahî 24 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:27:21