Îsraîlê depoyeke Hizbullahê li Laziqiyayê teqand

Firokeyên şer ên Îsraîlê xaleke artêşa Sûriyeyê li bajarê Laziqiyayê bombebaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

17 Cotmeh 2024 - 07:52
17 Cotmeh 2024 - 07:52
 0
Îsraîlê depoyeke Hizbullahê li Laziqiyayê teqand

Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, Îsraîlê îro demjimêr 02:50 ji aliyê Deryaya Sipî ve êrîşî xalek li başûrê bajarê Laziqiyeyê kir.

Wî jêderî amaje bi wê jî kir, di encama êrîşa Îsraîlê de, 2 kes birîndar bûne û ziyanên madî gihîştine avahiyên derdora cihê êrîşê.

Ji aliyekî din ve medyaya Erebî ragihand, Îsraîlê depoyeke çekan a Hizbullaha Libnanî li bajarê Laziqiyayê kiriye armanc û di encamê de agir bi wê depoyê ketiye.

Îsraîl bi salan e li Sûriyeyê li armancên girêdayî Îranê ne dide, lê ji 7ê Cotmeha sala bor ve êrîşên xwe yên bi vî rengî zêdetir kirine.

 

Ev nûçe bi tevahî 397 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:09:11