Ji ber piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ceza li Amedsporê hat birîn
Komîteya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) ji ber piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ceza li Amedsporê birî.
PFDKyê 600 hezar lîre cezayê pereyî li Amedsporê birî û lîstikvan Çekdar Orhan 5 maçan ji futbolê dûr xist.
PFDKyê bi hinceta ku "propagandaya îdeolojîk" kiriye 5 maç ceza da lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan.
Bi heman hincetê 600 hezar lîre cezayê pereyî li Amedsporê hat birîn.
Hefteya borî di maça Amedspor û Adana Demîrsporê de Çekdar Orhan piştî ku gol avêt çû ber kamerayê û porê xwe wekî keziyê hunand.
Di heman maçê de li trîbûnan jî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Kobaniyê" hatin gotin.
Nûvekirina herî dawî: 11:24:55