Keça Kurd Mêrxana Hecî di powerliftingê de bû yekem

Keça Kurd Mêrxana Heciya ku ji Kobaniyê ye û li Reqayê mezin bûye, di Şampiyoniya Cîhanî ya Hêzê ya Ciwanan (Powerlifting) de serkeftineke dîrokî bi dest xist.

20 Tebax 2026 - 10:47
20 Tebax 2026 - 10:47
 0
Keça Kurd Mêrxana Hecî di powerliftingê de bû yekem

Mêrxana Heciyê di pêşbirka ku li Afrîkaya Başûr hat lidarxistin de, 4 madalya bi dest xistin û li ser asta cîhanê bû yekem.

Mêrxana Hecî bû mêhvana ajansa Rûdawê û li ser serpêhatiya xwe ya werzişî û armancên xwe yên paşerojê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Mêrxana Heciyê di vê şampiyoniya navneteweyî de 3 madalyayên zêrîn û madalyayeke zîvîn bi dest xistin.

Wê di dema pêşbirkê de 225 kîlogram giranî rakir û bi vê encamê hemû hevrikên xwe li pey xwe hîştin.

Mêrxanayê li ser serkeftina xwe got, "Ev ji bo min, ji bo gelê Kurd û ji bo hemû Sûriyeyê serbilindiyek e."

Ji 10 saliya xwe ve dixebite

Ev werzişkara ciwan tevî ku niha 16 salî ye, 6 sal in bi vî karî re mijûl dibe.

Mêrxana Hecî ji 10 saliya xwe ve dest bi rakirina giraniyan kiriye.

Mêrxanayê diyar kir ku destpêkê zehmetî hebûn lê bi perwerde û xebata berdewam gihîştiye vê astê.

Ew niha li bajarê Reqayê dijî û xebatên xwe yên werzişî li wir didomîne.

Mêrxana Heciyê di dema pîrozbahiyê de bi cil û bergên xwe û bi hildana şala Kurdî bal kişand ser nasnameya xwe.

Wê di hevpeyvînê de destnîşan kir ku ew bi koka xwe ya ji Kobaniyê û bi çanda xwe serbilind e.

Serkeftina wê li seranserî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye cihê kêfxweşiyeke mezin.

Dixwaze bibe bijîşk

Mêrxana Hecî tevî ku di werzişê de li ser asta cîhanê şampiyon e jî giraniyê dide xwendina xwe jî.

Ew niha xwendekara pola 12an e û amadehiya ezmûnan dike.

Armanca wê ya herî mezin ew e ku di paşerojê de bibe bijîşk.

Mêrxana Heciyê got, "Ez dixwazim di her 2 qadan de jî serkeftî bim, hem werzişkareke baş û hem jî bijîşkeke serkeftî bim."

 

Ev nûçe bi tevahî 46 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:27:53