Ji bo 17 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hişyariya lehiyê hat dayîn

Navenda Keşnasiya Îranê derbarê 17 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hişyariya dirustbûna lehiyê da.

19 Tebax 2023 - 12:53
19 Tebax 2023 - 12:53
 0
Ji bo 17 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hişyariya lehiyê hat dayîn

Di daxuyaniya Navenda Keşnasiyê ya Îranê de hişyarî li ser dirustbûna lehiyê li 17 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat dayîn.

Li gor daxuyaniyê, îro û sibe bareneke bihêz li 17 parêzgehan bibe, parêzgehên Umriye û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê jî li xwe digre.

Navenda Keşnasiyê ya Îranê daxwazê ji welatiyan dike nêzîkî rûbar û çeman nebin, herwiha hişyariyê dide ku egera dirustbûna lehiyê li wan parêzgehan heye.

Ev nûçe bi tevahî 944 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:59:24