Ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand dê li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare û pileya germê dê 4 pile zêde bibe.

24 Hezîran 2023 - 04:21
24 Hezîran 2023 - 04:21
 0
Ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê

Ligel dawiya meha Hezîranê ye li seranserê Tirkiye barîna baranê berdewam e û li çend deveran bandoreke nerênî li ser jiyana xelkê dike.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiye ragihand roja Şemiyê 24ê Hezîrana 2023an li parêzgehên Qers, Erdexan, Agirî, Idir, Mûş, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê dê baraneke gur bibare û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gor daxuyaniya saziya navborî li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê 4 pile zêde dibe lê barîna baranê jî berdewam e. Herwiha li çend parêzgehên Tirkiye jî zêdeyî hefteyekê ye baran dibare û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.

Aliyên peywendîdar hişyarî dane ku welatî di çûnûhatinê de li gor tedbîrên hatine wergirtin tevbigerin.

Ev nûçe bi tevahî 1308 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:33:59