Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.

24 Hezîran 2023 - 04:19
24 Hezîran 2023 - 04:19
 0
Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan canê xwe ji dest dan

Di demjimêrên dereng ên şeva borî de li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê kamyonetek û otomobîlek li hev qelibîn.

Di bûyera çûnûhatinê ya Dîlokê de 6 kesên bi navên Taha Kaçar, Mesut Taşdemîr û 4 kesên ji heman malbatê Cahît, Hatîce, Kardelen û Kadîr Sat canê xwe ji dest dan û welatiya bi navê Ebru Sat jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û welatiya birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li gor zanyariyan metirsî li ser jiyana wê heye û di çavdêriya hûr de ye. Hat ragihandin ku rêya ji ber bûyera trafîkê hatibû girtin, piştî sê demjimêran hatiye vekirin.

Ev nûçe bi tevahî 659 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:26:21