Ji bo statuya Ocalan pêşniyarek ji Bahçelî: ‘Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê’

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya 5ê Gulanê de, pêşniyarek derbarê nîqaşên li ser statuya Abdullah Ocalan ya di pêvajoya aştiyê de pêşkêş kir.

6 Gulan 2026 - 10:44
6 Gulan 2026 - 10:44
 0
Ji bo statuya Ocalan pêşniyarek ji Bahçelî: ‘Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê’

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya li parlamentoya Tirkiyeyê ragihand, nîqaşkirina statuya Abdullah Ocalan girîng e.

Bahçelî ji bo rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku bi nasnavê “Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê” kar bike.

Bahçelî diyar kir, pêvajoya niha projeyeke paşerojê ye û ji bo bipêşketina Tirkiyeyê gelekî girîng e.

Serokê MHPyê di axaftina xwe de bal kişand ser armanca pêvajoyê û got: “Tirkiyeyeke Bêteror ne teslîmiyet e û ne bazariya li gel rêxistina terorê ye. Tirkiyeyeke Bêteror mijareke jiyanî û girîng e. Ev yek bihêzkirina biratiyê ya li her bosteke Anatolyayê ye.”

Bahçelî bi balkişandina ser "rêkeftinên siyasî û yasayî" yên pêvajoyê de, got, "Ger ji bo Abdullah Ocalan valahiyek statuyê hebe, divê ev valahî bi awayekî were çareserkirin ku xizmeta pêvajoya Tirkiyeyek Bêteror bike.

Bahçelî ragihand, ji bo wan gotûbêjkirina pozîsyona Ocalan girîng e û xwest ku Rêberê PKKyê di bin navekî de erkê xwe bi cih bîne.

Herwiha ji bo statuya Ocalan pêşniyara navê “Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê” kir.

Bahçelî got dibe ku alternatif hebin û da zanîn; "Armanca me ew e ku serokatiya damezrîner a PKKê di bin vê pênaseyê de xizmetê bike."

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser şertên pêvajoyê û statuya Ocalan axaftina xwe wiha domand: "Wekî ku me berê jî gotibû, gotûbêjkirina statuya Abdullah Ocalan gelekî girîng e.

Eger em wekî ku ev mijar nîne tevbigerin, ne pêkan e ku ev pêvajo bi awayekî saxlem bidome.

Eger em dixwazin pêvajo berdewam bike û hêvî dikin ku banga me bi cih were, divê ev yek bi awayekî eşkere were nirxandin. Piştî fesihkirina hemû pêkhateyên rêxistinê û radestkirina çekan, divê ev mijar di çarçoveya pîvanên yasayî, siyasî û wijdanî de bê nirxandin.

DEM Partî jî pêşniyara “Sergotûbêjkar” anibû rojevê

DEM Partî jî di hundirê vê salê de gelek caran daxwaz kiribû ku ji bo statuya Abdullah Ocalan gav werin avêtin û ji bo Ocalan jî pêşniyara “Sergotûbêjkar” anîbû rojevê. DEM Partiyê ragihandibû ku dê bi vê penase û statuye re jî, rê li ber wê yekê vebe ku her kesê ku Ocalan dixwaze li Tirkiyeyê bi wan re hevdîtinan bike.

Herwiha DEM Partiyê bang kiribû ku ji bo pêşveçûna proseyê divê Ocalan bi rêxistina xwe re têkiliyek rasterast deyne

 

Ev nûçe bi tevahî 58 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:58:40