Ji Çavûşoglu, derbarê revandina du endamên MÎT'ê daxûyanî

Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu revandina 2 berpirsên dezgeha hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) ji aliyê PKKê ve piştrast kir.

20 Îlon 2017 - 05:11
20 Îlon 2017 - 05:11
 0
Ji Çavûşoglu, derbarê revandina du endamên MÎT'ê daxûyanî

Çavuşoglu ji Al Monîtorê re axivî û pirsa revandina 2 karmendên MÎTê ji aliyê PKKê ve jê hate pirsîn. Wezîrê Derva yê Tirkiyê jî got, PKK berî niha welatiyên sivîl, doktor û polîs û herkesî revandin. Bêgûman dê dezgehên wan ji bo azadkirina karmendên xwe xebat bikin.

Çavuşoglu amaje bi wê yekê kir, lê heta niha wan ji bo azadkirina 2 endamên MÎTê ti pêwenidyek rasterast bi PKKê rê nekirine.

PKK meha borî 2 endamên MÎTê li bajarê Silêmaniyê revandibûn. Piştî vê bûyerê, Tirkiye jî Nûnerê YNKê yê Enqereyê Behroz Gelalî dersînor kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1687 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:27:52