Ji Encumena Asayîşa Kurdistan hişyariya provakasyonê!

Encumena Asayîşa Kurdistan di derbarê pêşandekên protestû û piştgiriyan de jibo nederketina bûyerên provakasyonî de gel hişyar kir.

30 Cotmeh 2017 - 04:03
30 Cotmeh 2017 - 04:03
 0
Ji Encumena Asayîşa Kurdistan hişyariya provakasyonê!

Di daxuyaniya xwe de, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Em hişyariyê didin, her kesek ku fitnegeriyê bike û êriş bike ser her baregeh û binkeyekê û ewên ku wan karan jî dikin, em dê rûbirûyê wan bibin û em dê rêkarên tund li hember wan cîbicî bikin.”

Encumena Asayişa Herêma herwiha tekez dike: “Em daxwaz ji hêzên Asayiş û navxwe jî dikin, ku bi amadebaşiyeke herî zêde her hewleke gumanawî ya fitnegeran pêç û betal bikin.”

Her wiha ji yekîneyên erkdar hat xwestin ku jibo rewşên neyênî baldar bibin.

Ev nûçe bi tevahî 2003 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:03:30