Ji Parêzgariya Agiriyê daxwiyanî: Nûçeya înfazê ji aliyê PKK ne raste !

Parêzgariya Agiriyê derbarê kuştina hemwelatiyê bi navê Feyzî Ertik ku li hewşa mala xwe hatibû kuştin û bi stûna elektrîkê ve hatibû girêdan, daxuyanî da.

28 Hezîran 2018 - 05:50
28 Hezîran 2018 - 05:50
 0
Ji Parêzgariya Agiriyê daxwiyanî: Nûçeya înfazê ji aliyê PKK ne raste !

Parêzgariyê nûçeyên ku ew ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin red kir.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, piştî lêkolînan derketiya holê ku Feyzî Ertîk bi xwe xwe kuştiye û encamên otopsiyê jî ev yek piştrast kiriye.

Parêzgariyê got, "Nûçeyên ku dibêjin, bi hinceta ku alîgirê AK Partiyê ye, ji aliyê PKKê ve hatiye înfazkirin bi tevahî derveyî rastiyê ne."

Ev nûçe bi tevahî 1198 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:18:25