Ji Salih Mûslim peyama Efrînê

Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê û hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim ragihand ku paşvekişandina ji şer nayê wateya têkçûnê.

18 Adar 2018 - 08:41
18 Adar 2018 - 08:41
 0
Ji Salih Mûslim peyama Efrînê

Hevserokê berê yê PYDê Salih Mûslim li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê rewşa Efrînê de daxuyaniyek da.

Salih Mûslim wiha got: “Paşvekişandina ji şer nayê wetaya ku dev ji têkoşînê hate berdan an jî têkçûnê. Têkoşîn dê berdewam be û gelê Kurd li hemberî planên tinekirinê dê berxwedana xwe berdewam bike. Serkeftin dê ya gelê bakurê Sûriyê be.”

Artêşa Tirkiyê operasyoneke bi navê "Çiqlê Zeytûnê" li dijî Efrîna Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin û îro di roja 58an a operasyon de grûpên çekdar ên girêdayî Artêşa Tirkiyê derbasî navenda Efrînê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 2195 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:24:17