Ji HDPê daxuyaniya peykerê Kawayê Hesinker

Milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) duhî piştî ku ketibûn bajarê Efrînê peykerê Kawayê Hesinker hedef girtibûn. HDPê bertek nîşan da.

19 Adar 2018 - 03:39
19 Adar 2018 - 03:39
 0
Ji HDPê daxuyaniya peykerê Kawayê Hesinker

Partiya Demokratîk a Gel (HDP) ji bo hedefgirtina peykerê Kawayê Hesinker bertekên tund nîşan da.

HDPê di daxuyaniya xwe de got: "Çeteyên ku Kawayê Hesinker tenê ji peykerekî dizanin bila fêhm bikin ku agirê Newrozê ku ji aliyê Kawayê Hesinker ve hatiye vexistin bi sedê salan e li çar aliyê Rojhilata Navîn gur dibe û tekoşîna gelê kurd a wekhevî û azadiyê ronî dike."

Ev nûçe bi tevahî 1687 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:07:44