Kanada: Ji bo hûn bên naskirin divê hûn Rêveberiya Xweser nas bikin

Rayedarekî hikûmeta Kanadayê diyar kir ku ji bo Şam ji aliyê Ottawayê ve bê naskirin û cezayên li ser wê hatine danîn bên rakirin, divê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê "defakto nas bike."

28 Tebax 2025 - 09:48
28 Tebax 2025 - 09:48
 0
Kanada: Ji bo hûn bên naskirin divê hûn Rêveberiya Xweser nas bikin

Alîkarê Serokê Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec ji ajansa Rûdawê re axivî.

Tom Kmiec got, "Eger ew li bendê ne ku cezayên welatên Rojava bên rakirin, divê ew bigihîjin lihevkirinekê, bi taybetî jî ji welatên wekî Kanadayê ku hîn hikûmeta nû ya Sûriyeyê nas nakin.

Eger ew naskirinê û bidawîkirina cezayan dixwazin, divê ew dewleteke bêalî û berfireh ava bikin ku Kurdên li Rojavayê wekî desthilata defakto ya li ser erdê nas bike."

Roja 10ê Adarê di navbera Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de, ji bo entegrekirina "hemû saziyên sivîl û leşkerî" yên li Rojavayê Kurdistanê bi dewleta Sûriyeyê re peymanek hatibû îmzekirin.

Her du alî hîn jî li ser şîrovekirina têgeha entegrasyonê li hev nakin.

HSD dixwaze wekî blokeke yekgirtî tevlî hêzên Sûriyeyê bibe lê Şam dixwaze endamên HSDyê yek bi yek tevlî artêşa Sûriyeyê bike.

Kmiec li ser pirsa "Helwesta we dê çi be eger Kurd ji Şamê xweseriyê bixwazin?" wiha bersivand, "Di dawiyê de Sûriyeyî dê biryarê li ser vê bidin."

Kmiec got, "Nîqaşa di nav civaka sivîl a Sûriyeyê de dê li ser wê be ka dê xweserî çiqas be û bi çi awayî be. Pirsa bingehîn ew e, gelo ew dikarin bi hev re bijîn?

Kurdên li Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re îsbat kir ku ev yek mimkin e û ez bawer im ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê jî dikarin rêyeke ji bo pêşerojê bibînin."

Alîkarê Serokê Parlamentouê Tom Kmiec diyar kir ku divê hemû aliyên li Sûriyeyê li hev kom bibin û destûreke nû derxînin ku nûnertiya pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî yên welêt bike.

Kmiec anî ziman, "Eşkere ye, divê hemû alî hewl bidin ku li ser çareseriyekê gotûbêjan bikin...

Di berjewendiya her kesî de ye ku bigihîjin lihevkirineke ku rê bide çarçoveyeke sivîl a bêalî, ji wir ew dikarin destûreke nû gotûbêj bikin û derxînin."

Kmiec tekez kir ku divê destûra nû "hemû cudahiyan li xwe bigire" û wiha pê de çû, "Divê ew avahiyên kevn an navê dewletê neparêzin.

Eger wisa bibe, Sûriye dê rûbirûyê metirsiya dubarekirina şaşiyên berê yên serdema Beşar Esed û bavê wî Hafiz bimîne.

Di bin zexta rejîmê de gelek mirov hatin kuştin, gelek kes hatin girtin an jî şkence dîtin. Dubarekirina vî çerxî dê bibe trajediyek."

 

Ev nûçe bi tevahî 24 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:34:23