Altan Tan: Tirkiye federasyon û otonomiyê qebûl nake lê çi qebûl dike?
Siyasetmedarê Kurd Altan Tan ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û hevpeymanê wî Devlet Bahçelî, federasyon û otonomiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin û got, “Tirkiye dixwaze Reqa û Dêrezorê radestî Şamê bên kirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merasîma salvegera şerê Milazgirê de gotibû, “Kesên ku berê xwe didin Enqere û Şamê dê qezenc bikin” û “Temînata Kurdên li Sûriyeyê jî Tirkiye ye.”
Siyasetmedarê Kurd Altan Tan beşdarî bultena ajansa Rûdawê bû û li ser helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê û rewşa li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
“Federasyon û otonomî qebûl nakin”
Altan Tan destnîşan kir ku helwesta Tirkiyeyê ya li dijî statuyeke siyasî ji bo Rojavayê Kurdistanê zelal e û sedemên vê yekê wiha rêz kir:
“Enqere, Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî dibêjin, ‘Li Rojavayê, yanî li Sûriyeyê em federasyon qebûl nakin, otonomî qebûl nakin.’ Çima? Îdiaya wan jî ev e.
Dibêjin ew herêma ku PYD kontrol dike, yanî rojhilatê Çemê Feratê sê wilayet in; Reqa, Dêrezor û Hisîça.
Ev her sê wilayet, Dêrezor û Reqa sedî 90ê wan Ereb in. Yanî gerek ew herêm, Dêrezor û Reqa, yekcar teslîmî Şamê bê kirin. Îdiaya wan ev e.
Ya duyemîn dibêjin Hisîça jî nifûsa wê nîv Kurmanc in, nîv jî Ereb û Mesîhî ne.
Ji ber vê yekê, ji vî alî de, li vê herêmê de federasyoneke etnîkî, qewmî û otonomî ne mumkin e.”
“Nabe li Sûriyeyê 2 artêş hebin”
Altan Tan amaje bi nêrîna Tirkiyeyê ya derbarê hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kir û got ku li gorî Enqereyê nabe ku li Sûriyeyê du artêşên cuda hebin.
Altan Tan got: “Îdiaya wan a duyemîn ev e: Dibêjin Mezlûm Ebdî sed hezar leşkerên wî, artêşa wî heye. Nav dewletekê de du leşker çênabin.
Yanî li Şamê sed hezar, dused hezar esker, li Rojavayê sed hezar esker, ev jî ne mumkune.”
“Pêwîst e peywendî di navbera Rojava û Tirkiyeyê de çêbibe”
Siyasetmedarê Kurd Altan Tan da zanîn ku divê aliyê Kurdî li hemberî van xalên ku Tirkiye red dike, projeya Enqereyê ya ji bo paşeroja Kurdan bipirse û pêwendiyan deyne.
Altan Tan di vê derbarê de wiha axivî:
“Baş e hûn çi qebûl dikin? Projeya we çi ye? Hûn li ser Kurdan çi difikirin? Yanî hûn federasyon qebûl nakin tamam, otonomî jî qebûl nakin tamam, du leşkerên cuda jî qebûl nakin tamam. Baş e li ser Kurdan, mafê Kurdan hûn dibêjin, ‘Ser heqê Kurdan de garantî Tirkiye ye, em in.’
Baş e, garantî çi ye? Mafê me çi ye? Hûn çi dixwazin? Pêwîst e pêwendî di navbera Rojava û Tirkiyeyê de çêbibe.
Gerek Mezlûm Ebdî jî bipirse; tamam ev çênabe, ew çênabe, baş e çi çêdibe? Hûn çi qebûl dikin? Yanî gerek ev zelal bibe.”
“Kurdên Tirkiyeyê dikarin ji bo Rojavayê li Tirkiyeyê kar bikin”
Li ser pirsa “Kî dikare Tirkiyeyê îqna bike?” Altan Tan got, “Em dikarin” û rola Kurdên Bakurê Kurdistanê û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê destnîşan kir.
Tan got, “Em dikarin. Yanî ew Kurdên Tirkiyeyê, siyasetmedarên Kurd ên Tirkiyeyê, demokratên Tirkiyeyê.
Em jî ne kêm in, hêza me jî, hejmara me jî heye. Wextê ev tişt zelal bibe, yanî her du alî jî daxwaza wan, projeya wan û qebûlkirina wan zelal bibe em karin tesîrê bikin.”
Nûvekirina herî dawî: 15:22:10