Keça Kurd bû Şaciwana Almanyayê
Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin.

Ev cara yekem e di dîrokê de ku keçeke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê dibe Şaciwana Almanyayê.
Dua Faris bi nasnava "Roz Mundî" jî tê naskirin û li ser medyaya civakî gelekî çalak e.
Ew doh ji nav zêdetirî 2 hezar keçan hat hilbijartin û nasnava "Miss Germany 2026" bi dest xist.
Şaciwana Almanyayê Dua Faris bû mêhvana bultena Rûdawê û li ser qala pêvajoya hilbijartina xwe pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
"Ez Kurd im û ji Qamişloyê me"
Li ser medyaya Erebî hatibû îdiakirin ku Dua Faris Ereb e.
Dilbixwîn Dara ev îdia jê pirsî û Dua Farisê bi awayekî eşkere bersiv da û got, "Nexêr, ez Kurd im. Ez ji Qamişloyê me."
Dua Farisê diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve li Almanyayê dijî û niha li bajarê Herneyê ye.
Wê anî zimên ku dema çûye Almanyayê ew 3-4 salî bûye û ji ber vê yekê Kurdiya wê hinekî lawaz e. Lê dîsa jî wê hevpeyvîna xwe bi Kurdî kir.
"Min qet texmîn nedikir ez bibim yekem"
Dua Farisê li ser hestên xwe yên piştî serkeftinê got ku ew gelekî kêfxweş e û ev ji dilê wê derdikeve.
Wê eşkere kir ku wê qet texmîn nedikir ku bibe yekem û pê de çû:
"Hemû kesan ji min re digot 'ew ne Alman e ,nikare bibe Mss Germanyê, ne xweşik e.'
Vêca ez bûm Mss Germany û êdi kes nikare tiştekî bibêje.”
Armanca wê piştgiriya keç û jinan e
Dua Farisê diyar kir ku armanca wê ya beşdarbûna vê pêşbirkê ne tenê bedewî ye.
Wê daxuyand ku ew dixwaze ji bo civakê, bi taybetî ji bo zarok û jinan tiştekî bike.
Dua Farisê got, "Min xwest ez tiştekî ji bo zarokan, keçan û jinan bikim.
Min pirsgirêkên mezin dîtin, loma ez çûm pêşbirka Şaciwana Almanyayê.
Ez dixwazim qala keç û jinan bikim û ji wan re bibim mînak."
Şertên Şaciwaniyê: Qencî û dilpaqijî
Li ser pirsa "Ji bo mirov bibe Şaciwana Almanyayê çi hewce ye?" Dua Farisê bersiveke balkêş da.
Şaciwana Almanyayê ya 2026an da zanîn ku ji bo vê sernavê tenê bedewiya rûyî ne bes e û got:
"Divê mirov însanekî qenc û baş be. Divê dilê mirov paqij be û divê mirov hez ji derdora xwe û mirovan bike. Her wiha xwebawerî jî gelekî girîng e."
Wê her wiha destnîşan kir ku dayîk û bavê wê di vê pêvajoyê de gelek piştgirî daye wê û got, "Dêya min ji min re got tu xweşik î, ev besî min e."
Êdî tac nîne
Dua Farisê xelata xwe ya "Miss Germany 2026" nîşanî ekranên Rûdawê da.
Dema Dilbixwîn Dara pirsa taca serê şaciwanan kir, wê bersiv da ku êdî di pêşbirkê de pergala dayîna tacê nemaye.
Dua Farisê got, "Êdî tac nîne, tac nemaye" û şerîda sor a fermî ya pêşbirkê ku li serê "Miss Germany" dinivîse nîşan da.
Nûvekirina herî dawî: 12:48:27











































































































































































