Li Tokatê erdhejeke bi hêza 5,5 pileyan çêbû
Li navçeya Nîksarê ya parêzgeha Tokatê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 5,5 pileyan rû da.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) li ser erdhejê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî agahiyên AFADê erdhej îro berê sibehê saet 03:35an çêbûye.
AFADê diyar kir ku navenda erdhejê navçeya Nîksarê ye û hêza wê 5,5 pile ye.
Her wiha hat destnîşankirin ku kûrahiya erdhejê 6,37 kîlometre ye.
Li bajarên derdorê jî hat hîskirin
Ev erdheja ku li Tokatê bû sedema tirsê, li parêzgehên Samsun, Çorum, Amasya û Sînopê jî hat hîskirin.
Parêzgarê Tokatê Abdullah Koklu li ser erdhejê daxuyanî da.
Abdullah Koklu diyar kir ku heta niha ti rewşa neyînî negihiştiye ber destê wan û tîman li qadê dest bi lêkolînan kiriye.
Parêzgarê Samsunê Orhan Tavli, Parêzgarê Amasyayê Onder Bakan û Parêzgarê Çorumê Alî Çalgan jî li ser erdhejê daxuyanî dan.
Her sê parêzgaran jî anî zimên ku li parêzgehên wan ti xisar yan jî rewşeke neyînî çênebûye û lêkolînên tîman ên li qadê berdewam dikin.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:57










































































































































































