Tîmeke Kurdistanê li Urdinê 3 madalya standin

Tîmeke Kurdistanê li Urdinê beşdarî şampiyonayeke navneteweyî ya tekwandoyê bû û 3 medalyayên cuda standin.

10 Tebax 2026 - 10:55
10 Tebax 2026 - 10:55
 0
Tîmeke Kurdistanê li Urdinê 3 madalya standin

Tîma Perwerdeya Kurdistanê li Urdinê beşdarî Şampiyoniya Vekirî ya Navneteweyî ya tekwandoyê bû û 3 madalya standin.

110 lîstikvanan ji 40 welatan beşdarî şampiyonayê bûn û wan 3 rojan ji bo madalyayên şampiyonayê têkoşîn kir.

Tîma Perwerdeya Kurdistanê wekî tîma yekem a Kurdistan û Îraqê beşdarî vê şampiyonayê bû.

Tîmê madalyayeke zîv û du madalyayên bronz standin.

Sehend Şemsedîn di giraniya 65 kîloyan de di asta nûciwanan de bû duyem û madalyaya zîv stand.

Levend Şemsedîn di asta pêşkeftî de di giraniya 87 kîloyan de bû sêyem û madalyaya bronz stand.

Omer Elî jî di ser asta nûciwanan de û di giraniya 49 kîloyan de bû sêyem û madalyaya bronz stand.

Hemû lîstikvanên Tîma Perwerdeyê xwendekarên dibistanên Kurdistanê ne.

Ev cara yekem bû ku ew beşdarî vê şampiyonayê dibin.

 

Ev nûçe bi tevahî 49 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:19:18