Kerkûk.. Polîsek hat kuştin û yek jî birîndar bû
Li nêzî Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê, teqe li xaleke Polîsên Hawarhatinê hat kirin, kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyên K24ê, îro danê sibê kesekî bi motorsîkletê gule li xala pişkinînê ya Polîsên Hawarçûnê yên Yekîneya 3 ya PDKê li naverasta Kerkûk û Meydana Karkeran da. Di encamê de polîsek mir û yek jî birîndar bû.”
Peyamnêrê K24ê her wiha got, xaleke pişkinînê ya Polîsê Hawarê lastîkên wê motorsîklêtê birin û ji wan xwest ku rawestin, lê şofêrê wê motorsîklêtê teqe li wan kir û ji ber wê gulebaranê qurbanî hatin dîtin.
Nûvekirina herî dawî: 02:41:36