Kobanê.. Di encama êrîşa Tirkiyê de zarokek şehîd bû

Artêşa Tirkiyê ji serê vê sibehê ve gundên Amûde, Dirbêsiye, Zirgan, Şêrewa û bajarê Kobanê dane ber topan, di encamê de şehîd û birîndar hene.

16 Tebax 2022 - 07:26
16 Tebax 2022 - 07:26
 0
Kobanê.. Di encama êrîşa Tirkiyê de zarokek şehîd bû

Li gorî jêderên xwecihî, artêşa Tirkiyê ji îro danê sibê ve, hejmarek gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê, Amûde, Dirbêsiye, Zirgan û navenda bajarê Kobanê topbaran dike.

Li gorî jêderan, di topbarana Tirkiyê de, li Kabonê zarokek şehîd bû û 2 kesên din jî birîndar bûne. Li Zirganê zarokek birîndar bûye û li navçeya Şêrewa jî zarokekî din birîndar bûye.

Ev nûçe bi tevahî 722 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:42:09