Komîsyon îro guh dide akademîsyenan

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro dicive û dê 2 rojan guh bide akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ku Federasyona Eşîretên Qedîm jî di nav wan de ye.

17 Îlon 2025 - 10:40
17 Îlon 2025 - 10:40
 0
Komîsyon îro guh dide akademîsyenan

Li gorî daxûyaniya Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê 17ê Îlonê demjimêr 14:00an û 18ê Îlonê jî demjimêr 11:00an bi serokatiya Numan Kurtulmuş li parlamentoyê dicive.

Îro 2 runiştin hene

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Parlamentoyê, civîn dê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li Salona Merasimê ya Meclisê bin.

Komîsyon dê îro di rûniştina yekemîn a civînê de guh bide Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglu, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk û Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadar.

Di rûniştina duyem de jî Fatîh Ulusoy, Huseyîn Oruç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Talha Kose dê fikrên xwe bibêjin.

Civîna 11emîn a komîsyonê dê 18ê Îlonê were kirin.

Di rûniştina yekemîn a wê civînê de jî dê nûnerên "Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfederasyona Gundparêzên Ewlehiyê yên Anadoluyê û Malbatên Şehîdan, Weqfa Alimên Medreseyan, Komeleya Zilamên Tevgera Teblîx, Tedrîs Îlîma Îslamî, Federasyona Komeleyên Pîşesaz û Karsazan a Başûrrojhilat, Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Başûrrojhilat" nêrînên xwe bînin zimên.

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:44:21