Şandeyên Amerîka û Herêma Kurdistanê li ser yekkirina hêzên Pêşmergeyan civiyan
Saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û şandeyeke leşkerî û dîplomatîk a Amerîkayê careke din li ser pêvajoyaya reform û birêxistinkirina Hêzên Pêşmergeyan civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke ragihand ku di civînê de tekezî li ser serxistina pêvajoyayê hatiye kirin.
Civîn li Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk hat û li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa gavên dawî yên pêvajoyaya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan hatiye kirin.
Her wiha di civînê de hewl û pêngavên hevbeş ên ji bo lezkirina pêvajoyayê û çareserkirina astengiyên li pêşiya wê hatin ducarekirin û derbarê berfirehkirina hevahnegî û hevkariya di navbera her du aliyan de nêrîn hatin guhertin.
Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:
“Îro(Doh) li Serokatiya Herêma Kurdistanê, xuleke din a civînên hevbeş ên di navbera berpirsên hejmarek saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û şandeyeke leşkerî û dîplomatîk a Amerîkayê de ji bo gotûbêjkirina li ser pêvajoyaya reform û birêxistinkirina hêzên Pêşmergeyan bi rê ve çû.
Di gotûbêjên civînê de, ji bilî tekezkirina li ser girîngiya serxistina pêvajoyaya reformên hêzên Pêşmergeyan û pêwîstiya yekxistina wan, gavên dawî yên pêvajoyayê û qonaxên mane hatin nirxandin.
Her di civînê de, hewl û pêngavên hevbeş ên bi armanca lezkirina pêvajoyayê û çareserkirina astengiyên li ber wê ducare hatin piştrastkirin û derbarê berfirehkirina hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de nêrîn hatin guhertin.”
Nûvekirina herî dawî: 13:45:58