Konsulê nû yê Tirkiyeyê: Em dixwazin peywendiyên me yên baş bi Herêma Kurdistanê re hebin

Serok Mesûd Barzanî îro 10 Tîrmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Topcu kir.

10 Tîrmeh 2024 - 13:30
10 Tîrmeh 2024 - 13:30
 0
Konsulê nû yê Tirkiyeyê: Em dixwazin peywendiyên me yên baş bi Herêma Kurdistanê re hebin

Di hevdîtinê de Konsulê nû yê Tirkiyeyê li Hewlêrê silavên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê gihandin Serok Barzanî û tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî xwazyar e peywendiyên baş di warên cuda de bi Herêma Kurdistanê re hebin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, her du aliyan behsa serdana Serok Barzanî ya ji bo Bexdayê kirin û Konsulsê Tirkiyeyê jî ew serdan bi dîrokî û bi bandor binav kir.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî behsa sedemên serdana xwe ya hefteya borî ya bo Bexdayê kir û tekez kir ku hevtêgihîştin û diyalog di çarçoveya destûrê de, baştirîn rê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha hêviya serkeftinê ji konsulê nû yê Tirkiyeyê re xwast di erk karên wî de.

Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê, mijarên din ên gotûbêjên hevdîtinê bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 701 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:04:10