Konvoya leşkerî ya NATOyê rastî êrişê hat

Hat ragihandin ku li Afganistanê konvoya leşkerî ku nêzî Balyozxaneya Amerîkayê diçû rastî êrişa xwekujî hat.

3 Gulan 2017 - 03:09
3 Gulan 2017 - 03:09
 0
Konvoya leşkerî ya NATOyê rastî êrişê hat

Li gorî zanyariyên berdest, li paytextê Kabila Afganistanê li dijî konvoya leşkerî ya NATOyê êrişa xwekujî pêk hat. li gorî çavkaniyên herêmî kuştî û birîndar hene.

Berpirsên ewlehî di daxuyaniya xwe de ragihandin ku îro sibehê seet derdora 08.00an konvoya leşkerî ya NATOyê dema ku di pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê de diçû rastî êrişa wesayîteke bombekirî hat.

Di encama êrişa xwekujî ya li dijî konvoya leşkerî de kuştî û birîndar hene. Lê nayê zanîn konvoya leşkerî ku rastî êrişê hatiye ya kîjan welatî ye. Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê Nacib Danish di êrişê de 8 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Heta niha tu kes an jî rêxistinê êrişa dawî ya li dijî konvoya leşkerî ya NATOyê negirtiye serxwe.

Ev nûçe bi tevahî 2293 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:09:08