Serokwezîrê Pakistanê: Agirbest Libnan û herêmên din jî li xwe digire

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ragihand ku agirbesta 2 hefteyî ya di navbera "Îran û Amerîka û hevpeymanên wê" de, Libnan û herêmên din jî li xwe digire.

8 Avrêl 2026 - 09:59
8 Avrêl 2026 - 09:59
 0
Serokwezîrê Pakistanê: Agirbest Libnan û herêmên din jî li xwe digire

Serokwezîrê Pakistanê Şerîf li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek parve kir.

Wî diyar kir ku ew "kêfxweş e" ku aliyên şer li ser agirbestê gihiştine peymanê.

Şerîf destnîşan kir ku agirbesta 2 hefteyî ya di navbera "Îran û Amerîka û hevpeymanên wê" de, Libnan û herêmên din jî li xwe digire.

Wî her wiha eşkere kir ku ev biryar "yekser ketiye dewrê."

Şerîf ev biryara agirbestê wekî "gaveke aqilane" pênase kir.

Wî di vê çarçoveyê de "spasiya xwe ya herî kûr" pêşkêşî serokên welatan kir.

Dan û standinên li Îslamabadê

Serokwezîrê Pakistanê ji bo ku dan û standin pêş ve biçin şandeyên welatan roja 10ê Nîsanê vexwendin Îslamabadê û wiha li pey çû:

"Her du aliyan jî aqilmendî û têgihiştineke bêhempa nîşan dane û ji bo dabînkirina aştî û aramiyê bi awayekî avaker hewlên xwe didomînin.

Em ji dil hêvî dikin ku 'Hevdîtinên li Îslamabadê' di gihiştina aştiyeke mayînde de bi ser bikevin.

Em dixwazin di rojên pêşiya me de zêdetir nûçeyên mizgîniyê parve bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:10:46