Kosret Resûl daxuyaniyek belav kir
Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl peyamek bi boneya bûyerên parêzgeha Silêmanî û Helebceyê belav kir û ragihand, Erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye kar ji bo dabînkirina daxwazên rewa yên xelkê bike.

Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl peyamek bi boneya bûyerên parêzgeha Silêmanî û Helebceyê belav kir û ragihand, Erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye kar ji bo dabînkirina daxwazên rewa yên xelkê bike. Di heman demê de pêwîst e welatî jî parastina dam û dezgehên hikûmî û cihên keştiyarî bikin.
Kosret Resûl di peyaman xwe de dibêje: “Derbirîna nerazîbûnê û xwepêşandana mûçexwaran û xelkê ji bo bidestxistina maf û azadiyên pêwîst, mafekî sirûştî ye, lê gelekî pêwîst e ew cemawer xwe ji karên ajawiyê û destên têkder bidûr bixin.”
Herwiha dibêje: “Erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye bi hevbeşî ligel dezgehên rewa yên Herêma Kurdistanê tedabîrên guncaw bê tundtûjî bigirine ber, ji bo aramkirina rewşê û kar ji bo dabînkirina daxwazên rewa yên xelkê bike. Di heman demê de pêwîst e welatî jî parastina dam û dezgehên hikûmî û cihên keştiyarî bikin.”
Di beşeke din de Kosret Resûl dibêje: “Îro Herêma Kurdistanê di qonaxeke dijwar re derbas dibe, neyarên gelê me ji bo dijayetiya ezmîna me, hemû nakokiyên xwe dane aliyekî û deng û hêzên xwe yekxistine. Pêwîst e hêzên siyasî yên Kurdistanî hemû pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û bi giyanê hevqebûlkirin û lêborînê bi hev re danûstandinê bikin û kar ji bo yekrêziya niştimanî û yekxistina xebata siyasî ya niştimanî bikin.”
Nûvekirina herî dawî: 02:20:47