Kurdistan û Iraqê li ser 6 xalan li hev kir

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî di axaftina xwe de ragihand ku Hewlêr û Bêxdayê li ser 6 xalan li hev kir.

1 Sibat 2018 - 08:11
1 Sibat 2018 - 10:27
 0
Kurdistan û Iraqê li ser 6 xalan li hev kir

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî di axaftina xwe de got: "Di destpêkê de Hewlêr û Bexdayê li 6 xalan li hev kir. Peymana lihevkirinê piştî erêkirina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wê têkeve meriyete."

Sefîn Dîzeyî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hewlêr û Bexda di rojên pêşên de wê hevdîtineke din pêk bînê, lê hê dîroka vekirina balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ne diyar e."

Li gorî daxuyaniya Dîzeyî di rojên pêş de wê dîroka hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bibe û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di nava meha sibatê de wê serdana Londraya paytexta Îngîltereyê bike.

Ev nûçe bi tevahî 1458 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:23:48