Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hate ragehandin

14 herêmên parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê ji bo cara duyem ji çûnûhatinê re bo heyama 15 rojan hate qedexekirin.

29 Tebax 2023 - 05:42
29 Tebax 2023 - 05:42
 0
Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hate ragehandin

14 herêmên parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê ji bo cara duyem ji çûnûhatinê re bo heyama 15 rojan hate qedexekirin.

14 herêmên girêdayî bajarokên Cizîr, Silopî, Qileban, Basa û Beytûşebapê yên bi ser bajarê Şirnexê bi hinceta parastina ewlehiyê, bo cara duyem ji çûnûhatinê re hate qedexekirin.

Dema qedexeyê îro destpê dike û heta 15 rojan berdewam dibe.

Parêzgeha Şirnexê di 1ê Gulanê de jî li heman herêman qedexeya çûnûhatinê ji bo dema 15 rojan ragihandibû.

Ev nûçe bi tevahî 755 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:35:44