Li Amedê 2 pismam hatin kuştin

Li navçeya Licê ya Amedê di pevçûneke xizman de du pismam hatin kuştin.

30 Îlon 2024 - 07:28
30 Îlon 2024 - 07:28
 0
Li Amedê 2 pismam hatin kuştin

Li gorî agahiyan, bûyerê doh êvarê li gundê Heşedereyê rû da.

Du malbatên xizmên hev ji ber sedemeke nediyar ketine qirika hev.

Piştre nîqaş gur bûye û veguheriye şerê bi çekan.

Guleyên ku ji demançeya R.M. derketine li pismamên bi navên Cevat û Muzaffer Oguz ketine.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Cevat û Muzaffer li cihê bûyerê mirine û termên wan veguhastin Saziya Tiba Dadî ya Amedê.

Cendirmeyan ji bo girtina gumanbar dest bi lêkolînan kir

 

Ev nûçe bi tevahî 570 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:34:42