Li Amedê cema Muharremê hat lidarxistin

Li Ameda Bakurê Kurdistanê di dawiya rojiya Muharremê de ku ji aliyê civaka Elewî ve tê girtin îro çalakiyên Aşûrayê tên lidarxistin.

8 Tebax 2022 - 05:53
8 Tebax 2022 - 05:53
 0
Li Amedê cema Muharremê hat lidarxistin

Li Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) a li Amedê bi mebesta meha Muharremê cema Muharremê hat kirin û aşûre hat belavkirin.

Li gor nûçeya Pîrhayê cem ji aliyê pîrê Ocaxa Dede Kargin Mûsa Kargin ve hat birêvebirin û zakîrtiya wê jî ji aliyê Îbrahîh Erkûl (ji Ocaxa Zeynel Abîdîn) û Onur Hunkar (ji Ocaxa Kureyş) ve hate kirin.

Dema ku cemê dest pê kir xaltika bi navê Ummuhan Kahraman ji bo Meha şînê loband. Pîr Musa Kargîn jî behsa girîngiya Muharremê kir. Di cemê de semah bi lawje û helbestên Elewîtiyê hatin kirin.

Piştî xwendina Gulbengan, loqmên Aşûreyê hatin parvekirin.

Ev nûçe bi tevahî 806 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:14:01