Li Amedê êrişa çekdarî: Jinek û mêrek hatin kuştin

Li taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezana Amedê di encama êrişeke çekdarî de jinekê û mêrekî canê xwe ji dest da.

1 Avrêl 2024 - 11:30
1 Avrêl 2024 - 11:30
 0
Li Amedê êrişa çekdarî: Jinek û mêrek hatin kuştin

Li taxa Kaynartepeyê kes an jî kesên nenas bi çekê êrişî malekê kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Mehmet S. û Sevda M. yên ku li heman malê dijîn canê xwe ji dest daye.

Tîm piştî lêkolîna li cihê bûyerê dê cenazeyan ji bo otopsiyê bişînin morga Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Polîsan ji bo girtina gumanbar an jî gumanbarên reviyayî xebat dan destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 363 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:50:05