Li Amedê qeza: Mirî û birîndar hene

Li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û barhilgirekê li hev dan û di encam de du kes canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

3 Berfanbar 2022 - 12:24
3 Berfanbar 2022 - 12:24
 0
Li Amedê qeza: Mirî û birîndar hene

Li gor agahiyan îro Şemiyê 3ê Kanûna 2022ê li ser rêya parêzgehên Amed û Çewlîgê barhilgirek û otomobîlekê li hev dan.

Di encama bûyerê de kesê bi navê Halit Çelik ê 32 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û ji 2 kesên din jî ku bi giranî birîndar bibûn hat ragihandin ku Rıza Kurt jî jiyana xwe ji dest daye.

Her du kesên birîndar bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê hatine veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 632 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:11:46