Li Amedê şerê çekdarî: 2 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn

Li Ameda Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de şerê çekdarî derket û di encamê de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

26 Tebax 2025 - 10:14
26 Tebax 2025 - 10:14
 0
Li Amedê şerê çekdarî: 2 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê (DHA), bûyer li navçeya Yenîşehîrê, li Cadeya Fîskayayê qewimî.

Li ser cadeyê di navbera du komên ku berê di navbera wan de neyarî hebû pevçûn derket.

Endamên her du koman ji otomobîlên xwe peya bûn û bi demançeyan gule li hev reşandin.

Li ser agahdarkirina welatiyan, gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di şerê çekdarî de 7 kes birîndar bûn. Birîndar piştî midaxeleya destpêkê ya tîmên tenduristiyê, rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Brîndarên bi navên Mustafa Akşit û Şeyhmus Ugurkan ku rewşa wan giran bû, tevî hemû hewlên bijîşkan nehatin rizgarkirin û mirin.

Her 5 birîndarên din jî li nexweşxaneyên bajêr tên dermankirin hat zanîn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:23:54