Berdevkê PDKê: Meha bê Parlamentoya Kurdistanê serokatiya xwe hildibijêre û dest bi kar dike
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed di konferanseke rojnamevanî de pêşhatên dawî yên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê nirxandin. Mihemed ragihand, şandeyên PDK û YNKê li ser prensîbên pêkanîna kabîneya nû lihev kirine û da zanîn, divê Bexda li gorî destûrê tevbigere û dest ji siyaseta "birçîkirina xelkê" berde.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed duh 25ê Tebaxê di axaftina xwe de bal kişand ser çend mijarên girîng:
Pêkanîna Kabîneya Nû ya Hikûmetê
Mehmûd Mihemed mizgînî da û got: "Şandeya hevbeş a Yekîtî û PDK li ser prensîbên pêkanîna hikûmetê gihîştine rêkeftinê û dabeşkirina postan jî bi radeyeke mezin zelal bûye."
Herwiha da zanîn, biryar e di çend rojên pêş de civînên din werin lidarxistin û tê çaverêkirin ku di meha bê de, Parlamentoya Kurdistanê serokatiya xwe hilbijêre û dest bi karên xwe bike.
Li ser pirsa ka gelo pêkanîna kabîneyê dê bikeve berî an piştî hilbijartinên Iraqê, berdevkê PDKê eşkere kir ku eger serokatiya parlamentoyê were avakirin, dê prosesên din li gorî dem û rêkarên xwe yên yasayî bimeşin.
Rewşa Silêmaniyê
Derbarê rewşa Silêmaniyê de, Mehmûd Mihemed tekezî li ser wê yekê kir, pêwîst e rê neyê dayîn ku rewşa heyî bibe sedema nîgeraniya xelkê û got: "Xelkê Silêmaniyê hejayî wê yekê nînin ku êdî bi vî awayî bên nîgerankirin." Daxwaz kir jî, pirsgirêk bi rêyên xwe yên siyasî bên çareserkirin û yasa serwer be.
Peywendiyên bi Bexdayê re
Berdevkê PDKê bi tundî rexne li siyasetên Bexdayê yên li hemberî Herêma Kurdistanê girt û got: "Tişta ku Bexda li hemberî xelkê Kurdistanê dike, birçîkirina xelkê û zextxistina ser e."
Destnîşan kir jî, tevî rêkeftinan, Bexda hîn jî pirsgirêkan çareser nake û tekez kir ku "pêwîst e kêşeyên hilawîstî bi rêya diyalogê û li gorî destûrê bên çareserkirin, ne bi anîna hincetan ji bo paşxistina çareseriyê."
Di dawiyê de, Mehmûd Mihemed tekez kir ku ew wek PDK di xema xelk, mûçexwaran û parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê de ne û got: "Biryara me ew e ku divê hikûmeta Iraqê li gorî destûrê kêşeyan çareser bike."
Nûvekirina herî dawî: 14:33:45