Li Babil û Enbarê êrişî Heşdî Şebiyê hat kirin
Çend deverên bakurê parêzgeha Babilê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin.
Şaneya Krîzan a Babilê derbarê êrişan daxuyaniyek da û ragihand ku balafirên şer nahiyeya Curfa Sexrê ya li bakurê parêzgeha Babilê bombebaran kiriye.
Curfa Sexrê dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Babilê û li wê deverê baregehên çend komên çekdar ên ser bi Heşdî Şebiyê ve hene.
Li gorî daxuyaniyê, di êrişên asmanî de deverên Behebehanî, Seîdat û Sindîcê bûne hedef.
Şaneya Krîzan da zanîn ku di wan bombebaranan de ti zererên canî û madî çênebûne.
Li Enbarê jî êriş hebûn
Li aliyê din, çavkaniyeke ewlehiyê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku li devera Germeyê ya parêzgeha Enbarê hêzên Lîwaya 27an a Heşdî Şebiyê hatine bombebarankirin.
Li gorî gotina wê çavkaniyê, di êrişa li dijî Lîwaya 27an de ti zererên canî nebûne lê zerereke madî gihiştiye baregeh û pêgeha wê lîwayê.
Nûvekirina herî dawî: 12:55:38