Li bajarê Minbicê teqîn

Hat ragihandin ku li bajarê Minbicê teqînek pek hat. Teqîn li başûr bajêr qewimiye.

13 Adar 2018 - 02:56
13 Adar 2018 - 02:56
 0
Li bajarê Minbicê teqîn

Li gor çavkaniyên herêmî, şevê din seet li derdora 22.00an de li Çerxerêya Beta ku dikeve başûrê bajarê Minbicê teqînek pêk.

Ajansa Anhayê jî di nûçeya xwe de piştrast kir ku şevê din seet li derdora 22.00an li Çerxerêya Betayê ku dikeve başûrê bajarê Minbicê dengê teqînekê hatiye bihîstin.Li gor ajansê di teqînê de ti zirarê canî û aborî tineye.

Minbic di sala 2016an de ji operasyoneke hevbeş a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike û Amerîkayê de ji rêxistina terorîst a DAIŞê hate rizgarkirin û niha di bin kontrola rêveberiya xweser a Rojava de ye.

Ev nûçe bi tevahî 1249 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:15:39