Li bajarê Mûşê jî her cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Li bajarê Mûşê her cûre çalakî û xwepêşandan heta pênç rojan hate qedexekirin.

3 Avrêl 2023 - 05:32
3 Avrêl 2023 - 05:32
 0
Li bajarê Mûşê jî her cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Parêzgeha Mûşê bi daxuyaniyekê aşkere kir, operasyonên arteşa Tirkiyê yên li nav sînor û dervayî sînorên Tirkiyê berdewam in û dibe ku li dijî van operaysonan xwepêşandan werin kirin. Ji bo nehêlana vê egerê, li nav sînorên Mûşê her cûre çalakî û xwepêşandan heta pênç rojan hatine qedexekirin.

Pêr jî Parêzgeha Rihayê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li nav sînorên bajêr her cûre meş, çalakî, xwepêşandan û civîn heta pênç rojan hatine qedexekirin.

Sibe 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî ye û HDP, DBP û KCDê banga meşê ber bi gundê Amarayê ku Ocalan lê dayik bûye kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 894 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:21:13