Li Bedlîsê ji ber operasyonê qedexe hat ragihandin
Li navçeya Tatwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Parêzgariya Bedlîsê roja Yekşembiyê 3ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê biryara qedexeyê aşkere kir.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê, ji roja Yekşembê 3ê Tîrmeha 2022an ve heta demeke nediyar li gundên Kancas, Ozeklî û Horuntus ên li sînorê navçeya Tatwanê û herwiha çend gundikên li herêmê qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku li wan gund û gundikan operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û ji ber vê yekê jî qedexeya ketin û derketinê hatiye ragihandin.
Parêzgariyê derbarê dema qedexeya çûnûhatinê de ti agahî belav nekirine.
Nûvekirina herî dawî: 04:19:22