Li Cizîrê lehî rabû: 60 otomobîl û xaniyan zerer dît

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber barana zêde li cadeyên serekî yên bajêr lehî rabû û gelek otomobîl asê man.

22 Adar 2024 - 06:05
22 Adar 2024 - 06:05
 0

Îşev ji ber barana zêde li navçeya Cizîrê ya Şirnexê lehî rabû.

Li gorî zanyariyan danê êvarê baraneke gur dest pê kiriye û di demeke kurt de kolanên serekî yên bajêr tijî av bûne û lehî rabûye.

Gelek şofêr û rêwiyên di otomobîlan de asê mane.

Herwiha gelek dukan û xanî jî di bin avê de mane û welatiyên di malên xwe de asê mane jî ji aliyê hêzên parastina sivîlan ve hatine rizgarkirin.

Tîmên şaredariyê jî dest bi paqijkirna cade û kolanan kirine.

Li gorî zanyariyan li taxên Cûdî, Sûr, Nûr, Cafer Sadiq û Vatanê nêzîkî 60 otomobîl û xaniyan jî ji ber lehiyê zerer dîtine.

Ev nûçe bi tevahî 757 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:58:43