Li Dîlokê bi hinceta PKKê 2 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 16ê Kanûnê bi “hinceta PKKê” 2 kes hatin desteserkirin.

20 Çile 2023 - 05:23
20 Çile 2023 - 05:23
 0
Li Dîlokê bi hinceta PKKê 2 kes hatin desteserkirin

Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê ragihand, tîmên şaxa terorê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê “li dijî PKK/YPGê” operasyinek kirin.

Di operasyonê de ku doh bi şev pêk hat, polîsan bi ser du malan de girtin û bi “hinceta endamtiya PKKê” 2 kes desteser kirin.

Kesên hatine desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê hatin birin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Ev nûçe bi tevahî 665 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:17:39