Balyozxaneya Iraqê: Divê Enqerê êrişa Mêrdînê zelal bike

Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê, kuştina pênc welatiyên Herêma Kurdistanê li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê şermezar kir û ji rayedarên Tirkiyê daxwaz kir ku sedema êrîşê were zelalkirin.

20 Çile 2023 - 07:17
20 Çile 2023 - 07:17
 0
Balyozxaneya Iraqê: Divê Enqerê  êrişa Mêrdînê zelal bike

Rêveberê demkî yê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê Xelîl Îbrahîm Mehmûd ragihand, kuştina pênc welatiyên parêzgeha Duhokê li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê şermezar dikin û daxwaz dikin ku Enqere demildest daxuyanî bide û tawanbaran bide dadgehê.

Şeva 19ê Çileyê, li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê êrîşeke çekdarî hate kirin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgarê Merdînê ragihand, di lêpirsînan de 4 kesên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê tên dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.

Îro Înê 20ê Çileyê, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê 2 kesên din jî hatin desteserkirin û hejmara kesên ku hatine desteserkirin, bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi baldarî didome.

Ev nûçe bi tevahî 610 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:40:53