Li Dîlokê çawîşekî pispor li parkê mirî hat dîtin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê çawîşekî pispor ê artêşa Tirkiyê li parkekê bi awayekî ku bi çekê gule li serê wî ketiye mirî hate dîtin.

27 Tebax 2022 - 07:12
27 Tebax 2022 - 07:12
 0
Li Dîlokê çawîşekî pispor li parkê mirî hat dîtin

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li navçeya Şahînbeyê welatiyan li Parka Sedsalê ya Çandê kesek dîtine ku bi çekê gule li serê wî ketiye û miriye.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tendirûstî û polîs hatine cihê bûyerê û eşkere bûye ku ew kes çawîşekî pispor e û navê wî Turgay Kulcu ye. Bi armanca zelalkirina sedema mirina wî kesî termê wî bo Saziya Edlî ya Pizîşkî hatiye veguhestin.

Li gor zanyariyan lêpirsîn berdewam e û heta niha nehatiye diyarkirin ku wî kesî xwe kuştiye an jî hatiye kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 808 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:51:28